Çekdarên DAIŞê pênc welatiyên Iraqî revandin

Kenala Dicle ya Iraqî: Ev çendîn car in, çekdarên DAIŞê kiryarên revandina welatiyan dubare dikin û tevgera wan bi awayekî berbiçav zêde bûye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Jêderekî ji Parêzgeha Selahedîn ya navenda Iraqê ragihand, ku çekdarên DAIŞê pênc welatî ji navçeya Be'ac a rojavayê Parêzgeha Nînewa revandin.

Medya Iraqî belav kiriye, ku ev çendîn car in, çekdarên DAIŞê kiryarên revandina welatiyan dubare dikin û tevgera wan bi awayekî berbiçav zêde bûye.

Malpera Kenala Dicle ya Iraqî diyar kir, ku çekdarên DAIŞê li gundê "Cehaf" ê devera Be'ac, du welatî û li gundê "Ên Sedîd" jî li nêzîkî heman deverê, 3 şivanên deveyan revandin.

Li gorî jêderên heman malperê, girûpa DAIŞê bi riya pêwendîkirinê bi malbatên wan kesên revandî, berpirsatiya xwe li ser wê kiryarê ragihandiye û heya niha çarenivîsa kesên revandî nediyar e.

Ji destpêka vê heftiyê, ev diwem bûyera revandina welatiyan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve li wê navçeyê hatiye tomarkirin, berî niha jî 30 welatiyên ser bi êla Şemmer a Parêzgeha Selahedîn ve hatin revandin, ji wan jî 7 kes hatin gulebarankirin.

N.O