Li ser pevajoyeke nû AKP, CHP û HDP çi dibejin?

Li Tirkiyeyê, aliyên nêzîkî Hikûmeta Partiya Dad û Geşedanê (AKP) dibêjin ku dê di Kongreya Awarte ya AK Partiyê de Serokomarê Tirkiyey Recep Tayîp Erdogan ji bo çareserkirina Meseleya Kurd peyamên destpêkirina pêvajoyeke nû bide. Rêveberên AK Partiyê yên li Bakûr jî li hêviya mizgîniyekê ne.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarvekir

Li Tirkiyeyê, aliyên nêzîkî Hikûmeta Partiya Dad û Geşedanê (AKP) dibêjin ku dê di Kongreya Awarte ya AK Partiyê de Serokomarê Tirkiyey Recep Tayîp Erdogan ji bo çareserkirina Meseleya Kurd peyamên destpêkirina pêvajoyeke nû bide. Rêveberên AK Partiyê yên li Bakûr jî li hêviya mizgîniyekê ne. Lê belê Partiya Komarî ya Gel (CHP) dibêje heger dêngên AK Partiyê zêde bibin, dê pêvajo dest pê bike; zêde nebin tu pêvajo dest pê nake. HDP jî amaje dike ku ew her tim li ser esasen lihevhatina Dolmabahçeyê ne.

Ji 2015’an ve heta niha di şer û aloziyên dijwar  ên di navbera PKK’ê û Tirkiyeyê de ji herdu aliyan bi hezaran kes mirin û bîrîndar bûn, bi dehan bajêr wêran bûn û bi sedhezaran niştecih jî koçber bûn. Li gorî aliyên nêzî Hikûmeta AK Partiyê dibêjin piştî vê pêvajoya bi xwîn dê pêvajoyeke aştiyane dest pê bike. Serokê Rêxistina AK Partiya Diyarbekirê Mehmet Alî Dundar dibêje; divê em hemû dersê ji rabirduya xwe werbigrin.

Serokê Rêxistina AK Partiyê ya Diyarbekirê Mehmet Alî Dundar ji K24ê re wiha axivî:  “Divê em ji rabirduyê dersê werbigrin. Hêviyên herêmê yên wekî civakî û aborî ji Serokomar hene. Di kongreyê de dê diyar bibe ku Serokomar qedereke çawa dide herêmê. Ligel vê yekê em li hêviya mizgîniyekê ne. Em dixwazin hemû aliyên siyasî di pêvajoya nû de beşdar bin.”

Piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê, aliyên Dewleta Tirkiyeyê radigihandin ku wan xwestiye ji bo Kurdan gavên demokratîk bihavêjin, azadiyan berfireh bikin lê PKK’ê ev yek têk biriye.  Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Velî Agbaba dibêje; AK Partî ji ber ku dengên wan kêm bûne, pêvajoya çareseriyê da sekinandin.

Cîgirê Serokê Giştî ya CHP’ê Valî Agbaba ji K24ê re got: “Wê li encamên anketan binihêrin, heger dengên Ak Partiyê zêde bibin wê pêvajoyeke nû dest pê bike. Aloziyên li vê derê, ne xema Erdogan in, ma çima pêvajo bi dawî anî? Dît ku dengên wan dikevin pêvajo bi dawî anî.”

Di pêvajoya çareseriyê de HDP di navbera Îmralî, Enqere û Qendîlê de rolek dilîst. Piştî bi dawîbûna pêvajoya çareseriyê, HDP bi piştgirîdayîna PKK’ê hat tawanbarkirin û Hevserokên HDP’ê jî di nav de nêzî 10 hezar siyasetmedar hatin zindanîkirin. Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim jî dibêje, ‘Ne me şer da destpêkirin, tevî bûyerên ku qewimîne em hîn jî li ser esasên Dolmabahçeyê ne.’

Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim jî wiha dibêje: “Kî bûye sebebê van kuştinan, divê hesabê xwe jî bide. Dema ku pêvajoyek bide destpêkirin em naxwazin serê hemû qirêjiyan bê girtin. Li pêşberî dadê, li pêşberî edaletê divê her kes hesabê xwe jî bide.”

Ji ber şer û aloziyan li bakûr, rêjeya veberhênanê û kerta geştiyariyê û hilberînên kargehan kêm bûne. Siyasetmedar, karsaz, Saziyên Civakî yên Sivîl û xelkê bakûr bang li PKK’ê û dewletê dikin ku alozî bi dawî bibin û pêvajoyeke nû dest pê bike. Heta niha pêvajoyên ku dest pê kiribûn; bi navên “Projeya Biratiyê û Yekitiya Neteweyî” û “Pêşveçûyîna Demokratîk” û “Pêvajoya Çareseriyê” bûn lê belê piştî şer û aloziyan, gelo pêvajoyeke çawa û bi çi navî wê dest pê bike, ev tê mereqkirin.