Parêzgarê sepandî li ser Kerkûkê rastî bûyereke tirafîkî hat

Li ser riya Kerkûk – Bexdayê, kerwanê otombêlên parêzgarê sepandî li ser Kerkûkê (Rakan Cibûrî) rastî bûyereke tirafîkî hat û di encamê de, pasewanekî wî canê xwe jidest da û du pasewanên din birîndar bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Îro êvarî li ser riya Kerkûk – Bexdayê, kerwanê otombêlên parêzgarê sepandî li ser Kerkûkê (Rakan Cibûrî) rastî bûyereke tirafîkî hat û di encamê de, pasewanekî wî canê xwe jidest da û du pasewanên din birîndar bûn.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê ragihand, ku ew bûyer li nêzîkî zincîreya çiyayên Hemrîn bûye.

Li ser wê mijarê, nivîsgeha ragihandinê ya Rakan Ciçbûrî ew nûçe piştrast kir û ragihand, ku Cibûrî bi mebesta encamdana hin civînan ber bi Bexdayê ve birê ketibû.

N.O