Li Hecîn otombîlek li nêzîkî tîma K24ê teqiya

Di dema romalkirina şerê li Hecînê ji aliyê peyamnêrê K24ê Ekrem Salih ve, otombîlek bombebarkirî li nêzîkî peyamnêrê K24ê teqiya, lê ziyanên canî nebû. Her di wê demê de HSDê 5 otombîlên din yên bombebarkirî yên DAIŞê teqandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Hecîn

Di dema romalkirina şerê li Hecînê ji aliyê peyamnêrê K24ê Ekrem Salih ve, otombîlek bombebarkirî li nêzîkî peyamnêrê K24ê teqiya, lê ziyanên canî nebû. Her di wê demê de HSDê 5 otombîlên din yên bombebarkirî yên DAIŞê teqandin.

Peyamnêrê K24ê li Hecînê Ekrem Salih ragihand, di dema romalkirina operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bajarokê Hecînê, li nêzîk nexweşxaneya Hecînê otombîleke bombebarkirî ya DAIŞê teqiya, lê xweşbextane ti ziyanên canî nebûn. Kamîremanê K24ê Heysem Hesen jî ji teqînê rizgar bû.

Got jî: “Piştî bûyera teqîna otombîlê, şervanên HSDê bi otombîleke li dijî guleyan tîma rojnamevanî ya K24ê ji Hecînê derxist bo cihekî ewle.”

Peyamnêrê me da zanîn jî, di heman rojê de şervanên HSDê karîn 5 otombîlên DAIŞê yên bombebarakirî biteqînin.

Peyamnêrê me Ekrem Salih duhî dabû zanîn, şer û pevçûnên di navbera şervanên HSDê û çekdarên DAIŞê li nava Hecînê bi giranî berdewam dike û şervanên HSDê karîn bigihin bazara Hecînê û nexweşxaneyek jî kontrol kirin.