Parlementoya Ewrûpa çavdêran rênake hilbijartinên Tirkiyê

Parlementoya Ewrûpa ragihand,dê çavdêran ji bo hilbijartinên 24ê Hezîranê yên Serokomarî û Parlementerî yênTirkiyê rêneke

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementoya Ewrûpa ragihand,dê çavdêran ji bo hilbijartinên 24ê Hezîranê yên Serokomarî û Parlementerî yênTirkiyê rêneke.

Hevserokên Grûba piştgiriya demokrasiyê û koordinasyona hilbijartinan a Parlementoya Ewrûpayê David McAllister û Linda McAvan di daxûyaniyek hevbeş de diyarkirin ku: “Parlementoya Ewrûpa dê çavdêran rêneke hilbijartinên Tirkiyê di 24ê Hezîranê de. Herweha dê nirxandinê jî liser van hilbijartinan neke.”

Ev biryara Parlementoya Ewrûpa wekî nîşanek pêwendiyên nebaş di navbeyna Enqere û Ewrûpa de tê nirxandin.

 

 

C.B