Trump serdana Iraqê dike

Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, ku çendîn pilanên wî hene û yek ji wan serdana serbazên Amerîkî ye li Iraq û Efxanistanê.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, ku çendîn pilanên wî hene û yek ji wan serdana serbazên Amerîkî ye li Iraq û Efxanistanê.

Serokê Amerîka dema serdana xwe diyar nekiriye û ew zelal kir: Ji ber sedemên emnî. Ez nikarim dema serdana xwe ji bo Iraqê eşkere bikim.

Donald Trump, ku ev bêtirî du salan e bûye serokê Amerîka, heya niha serdana Iraqê nekiriye.

N.O