Tillerson: Amerîka nikare çekên giran ji YPG bistîne

Civîna Erdogan û Tillerson sê demjimêr û çarekekê dirêj kir û werger bi wan re tine bû, lê wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu bi xwe karê wergeranê kir.

K24 - Navenda Nûçeyan

Enqera ragihand, serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan "Gellekî bi zelalî" karên li pêş yên welatê xwe, ji wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson re da xuyakirin, di beramber de Tillerson ragihand, ku Amerîka nikare çekên giran ji YPGê bistîne, ji ber ku wan ti çekên giran radestî YPGê nekiriye.

Serokatiya Tirkiyê belav kiriye, ku di dema civîna Erdogan û Tillerson de,  behsa pirsên girêdayî Iraqê û Sûrya û pêwendiyên herdu welatan û şerê dijî terorê hat kirin.

Ji aliyê xwe ve peyvdarê wezareta derve ya Amerîka ragihand, Tillerson gotûbêjên "erênî û zelal" li gel serokê Tirkiyê encam dane.

Duh Tirkiyê ragihand, ku wan ji Amerîka xwestiye, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji nav Hêzên Sûrya Demokrat derxînin.

Hêzên Sûrya Demokart ji aliyê YPGê ve hat damezirandin û hêzên YPG û YPJ hêzên herî serekî ne di nav rêzên HSDê de û Amerîka piştevaniya wê dike.

Li ser civîna Erdogan û Tillerson, kenala CNN eşkere kir, ku civîna wan sê demjimêr û çarekekê dirêj kir û werger bi wan re tine bû, lê wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu bi xwe karê wergeranê kir.