Yekgirtûya Islamî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekişiya

Piştî du rojan ji civînan Yekgirtûya Islamî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekişiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

 Piştî du rojan ji civînan Yekgirtûya Islamî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekişiya.

Emîndarê Giştî yê  Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn di kongreyek rojnamevanî de ragihand ku, bi piraniya dengên Serkirdayetiya Yekgirtû, biryar dan ji Hikûmetê vekişin.

Got jî  ew li dijî Hikûmetê nîn in û naxwazin ev hikûmet bê rûxandin û valahiya ewleyî durist bibe, lê man a wan di Hikûmetê, ji ber wê ye ku bi xelkê re fedîkar in.