Serok Barzanî: Dem hatiye hemû alî yekîtiya mala Kurdî biparêzin
K24 - Navenda Nûçeyan.
Serok Mesûd Barzanî, bi helkefta serketina Partiya Demokrat a Kurdistanê di hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de, peyameke pîrozbahiyê belav kir û got: Sipasiya xwe ya bê payan arasteyî cemawerên xweragir û kedkar ên Kurdistanê dikim. Serfiraziyeke mezin e ku gelê Kurdistanê bawerî bi Partiya Demokrat a Kurdistanê aniye.
Têksta peyamê:
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Bi helkefta serkeftina Lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê, sipasiya xwe ya bê payan pêşkêşî cemawerên xweragir û kedkar ên Kurdistanê dikim. Şznaziyeke mezin e ku gelê Kurdistanê bawerî bi Partiya Demokrata Kurdistanê daye. Her ew bawerî ku bingeha rewatî û berdewambûnê ye û belge û şahîdiyeke zelal e ji bo xebat û destkeft û armancên Partiya Demokrat a Kurdistanê.
Ev serkeftin, serkeftina îradeya gelê Kurdistanê û serkeftina Pêşmerge ye, serkeftina rêbaza pîroz a Barzaniyê Nemir e, serkeftina wê rêbazê ye ku qurbaniyeke bê hejmar û bi hezaran şehîd daye. Serkeftina wê rêbazê ye ku ti demê bazar li ser mafên rewa yên gelê Kurdistanê nekiriye û nake. Serkeftina wê rêbazê ye ku bi navê pêkvejiyan û azadî û demokratiyê xebat kiriye.
Bi helkefta wê serketina dîrokî, pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û serkirdatî û kadir û endam û alîgir û cemawerên Partiya Demokrat a Kurdistanê dikim û sipasiya wan dikim ku himmet kirin û bi navê pêkanîna Kurdistaneke bi hêz PDK biser xistin. Ji encama vê serkeftinê jî pişt bi Xwedayê Mezin, Wê Hikûmeteke bihêz, ji bo Kurdistaneke bihêz û ji bo xizmetkirina gel were damezirandin.
Her li vir jî ev gotina Barzaniyê Nemir bi bîra kadir û alîgirên PDK tînim ku "Di serkeftinê de mexrûr nebin û di şikestinê de jî bêhêvî nebin", Ev şîreta Barzaniyê Nemir bixin ser hişê xwe û nabe serkeftin mirov mexrûr bike ji ber ku ev serkeftin, serkeftina hemû gelê Kurdistanê ye û ji bo xizmeta Kurdistanê ye.
Niha jî dema wê yekê hatiye ku hemû alî yekrêzî û yekdengiya miletê me biparêzin û daxwazê ji hemû aliyekî dikim, ku berjewendiya gel û hevdengiya niştimanî bikin ewlewiyet û li ser riwê hemû babetekê ve deynin.
Hezaran silav ji giyanê pakên şehîdên Kurdistanê û şehîdên riya azadiyê
Silav li Pêşmergeyên qehreman
Mesûd Barzanî
21.10.2018
N.O