“Îran, Rusya û Tirkiye liser hemû babetan hemaheng in”
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrên Derve yên Komara Islamî ya Îranê Muhammed Cewad Zarif, yê Rusya Sergey Lavrov û yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoğlu li bajarê Antalya yêTirkiye civînek sêalî liser “çareseriya pirsgîrekên Suriye” lidar xistin.
Piştî civînê Lavrov ragihand ku: “Civîn gelek sûdwer bû. Em liser hemû babetan hemaheng bûn.”
Civîna wezîrên derve, berî civîna Serokên Rusya, Tirkiye û Îranê (ya ku 22ê Mijdarê dê li Soçî bicivin) lidar ket û ligor agahdariyan babetên ku nûnerên her sê welatên ên serbazî, siyasî liser lihevhatî girêdan rewşek dawî. Herweha rêkeftina aliyan dê were ser mêza Erdogan, Putin û Rûhanî yên ku dawiya mehê dê li Rusya bicivin.