Tirkiyê Tirkiyê du hişyarî dan Hollandayê

Tirkiyê du hişyarî dan Hollandayê

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Tirkiyê, Cîgirê Balyozê Hollandayê bo sêyemîn car bang lê kir û du hişyarî dan Hollandayê.

Di Notayê de, astengkirina wezirên hikûmeta Tirkiyê û her wiha êrişa ku li Hollanda li welatiyên Tirkiye hatiye kirin, hat şermezarkirin.

Di notayê destnîşankirin, kiryarên hember wezîran ji rêzdariya navnetewî û dîplomatîk dûr in û bi awayek nivîskî ji Hollanda hat xwestin lêborînê bixwaze.

Her wiha Tirkiye xwest, divê Hikûmeta Hollanda, kiryarên hember wezîran lêkolîn bike û kesên mafê wezîr û welatiyan binpê kirine jî ceza bike.

Du roj berê, Hollandayê rê nedabû Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çavuşoglu serdana Holandayê bike û li kunsulxaneya Giştî ya Tirkiyê gotarekê derbarê referandûmê pêşkêş bike.

Herwiha Wezîra Siyasetên Civakî û Malbatî ya Tirkiyeyê Fatma Kaya xwest ku bi riya bejahî ji Almanya dixwast derbasî Hollandayê bibe. Lê polîsên Hollandayê rê nedan wê.

Li aliyê din Hollanda, ji ber bilindbûna krîzê, welatiyên xwe yên li Tirkiyê heşyar kirin.