Erdogan dilgiran bûye û roja Sêşemê wê daxuyaniyekê bide

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand, ku roja Sêşemê dahatî de, ewê bi awayekî cuda behsa mijara Xaşuqçî bike û ewê hemû hûrkariyan eşkere bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand, ku roja Sêşemê ewê daxuyaniyekê derbarê hûrkariyên pirsa kuştina Cemal Xaşuqçî bide.

Erdogan li bajarê Stenbolê zelal kir, ku roja Sêşema dahatî, ewê di dema civîna firakisyona Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP)ê de, li nav Perlemana Tirkiyê, hemû hûrkariyan û helwesta xwe jî derbarê doseya Xaşuqçî eşkere bike.

Herwiha Serokê Tirkiyê got: Çima 15 kes hatin Stenbolê? û çima 18 kesên din desteser kirin? Pêwîst e hemû hûrkarî bên zelalkirin.

Erdogan balkişand ser wê yekê jî, ku di gotara wî ya roja Sêşema dahatî de, ewê bi awayekî cuda behsa mijara Xaşuqçî bike û ewê hemû hûrkariyan eşkere bike.

N.O