"Ji bo parastina Efrînê xwepêşandanan bikin"

KCDK: Tenê du K.M maye ku artêşa Tirkiyê derbasî navenda bajarê Efrînê bibe, gundên nêzîkî Efrînê û taxên derdora bajar, bi giranî tên bordûmankirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniyekê de, Hevserokatiya Kongireya Civaka Demokrat a Kurd li Ewropa (KCDK) metrisiya operasyona artêşa Tirkiyê li ser Efrînê da xuyakirin û ji Kurdên li Ewropa dijîn xwest, ji bo parastina xelkê Efrînê, bi awayekî sivîlane derkevin xwepêşandanan.

Di wê daxuyaniyê de hatiye: "Di roja 50 de ji destpêkirina êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê, tenê du K.M maye ku artêşa Tirkiyê derbasî navenda bajarê Efrînê bibe, gundên nêzîkî Efrînê û taxên derdora bajar, bi giranî tên bordûmankirin".

Di beşekî dinî daxuyaniyê de, KCDK dibêje: "Heger Netewên Yekgirtî û hêzên navdewletî, bi awayekî lezgîn destwerdanê nekin, wê welatiyên sivîl, jin, zarok û kesên bi temen rastî komkujiyan bên".

Herwiha KCDK dibêje: "Divê gelê me û dostên me li Ewropa xwepêşandanan bikin û bi awayekî demokratî nerazîbûna xwe li dijî êrîşên Tirkiyê bidin xuyakirin û bala raya giştî ya Ewropa bikişînin".

N.O