Ebadî: Tedbîrên xerckirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bidawî hatine

Ebadî: ji welatiyên Kurdistanê re tekez dikim, ku di van nêzîkan de, wê mûçe bên xerckirin, lê em dixwazin piştrast bibin ku ew mûçe wê ji bo fermanberan here.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tekez kir, ku rêkarên xerckirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bidawî bûne û nêzîk wê mûçe bên xerckirin.

Heyder Ebadî got: "Em ji welatiyên Kurdistanê re tekez dikin, ku di van nêzîkan de, wê mûçe bên xerckirin, lê em dixwazin piştrast bibin ku ew mûçe wê ji bo fermanberan here".

Di çarçoveya serdana wî de ji bo parêzgeha Mûsilê, serokwezîrê Iraqê got: "Îro herdu firîngehên Herêma Kurdistanê li ber geştên navdewletî hatin vekirin û em naxwazin stemê li ti kesî bikin. Herêma Kurdistan jî razî bûye, ku desthilata federalî li firîngehan cîgir bibe".

Ebadî pesnê rola hêzên Pêşmerge di cenga dijî DAIŞê de da û got: "Pêşmerge li kêleka artêşa Iraqê li dijî DAIŞê şer kirin û me bi sedema qurbanîdana hemûyan serketin bidestve anî".

Sozên Ebadî di demekê de ne, Hikûmeta Iraq di serdema Nûrî Malikî de, mûçeyên fermanberan û budceya Herêma Kurdistanê birrî. Piştî encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê di 25/9/2017an de, bi biryara Ebadî roja 29/9/2017an, geştên navdewletî li herdu firîngehên Herêma Kurdistanê hatin qedexekirin û çendîn sizayên din jî li ser xelkê Kurdistanê sepand.

N.O