Grûpên çekdar welatiyekî Efrînê di bin eşkenceyê de şehîd dikin

Ji ber eşkenceya li ser destê grûpên çekdar, welatiyekî Kurd ê Efrînê û Cîgirê Serokê Encûmena Sivîl a navçeya Şiyê tê şehîdkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji ber eşkenceya li ser destê grûpên çekdar, welatiyekî Kurd ê Efrînê û Cîgirê Serokê Encûmena Sivîl a navçeya Şiyê tê şehîdkirin.

Jêderekî ji gundê Qermîtliq ê ser bi navçeya Şiyê ve ji K24ê re da zanîn, li gundê Qermîliq grûpa çekdar bi navê El-Emşat roja pêncşemê 7ê Hezîranê bi ser mala Cîgirê Serokê Encûmena Sivîl a navçeya Şiyê Ehmed Mihemed Şêxo de girtin û ew revandin.

Got jî, piştî 5 rojan ji lêdan û eşkenceyê, çekdarên El-Emşat şeva bûrî ew berdan, lê ji ber birînên xwe yên giran, îro berbangê canê xwe jidest da.

Li gor wî jêderî, cihê birînan li hemû gewdê Ehmed Mihemed Şêxo yê (55 salî) hebû û birîna giran di serê wî de bû.

Da zanîn jî, ji ber ku Ehmed Mihemed Şêxo hewl dida rêgiriyê li riftar û binpêkirinên grûpên çekdar ên li navçeya Şiyê bigire, ji aliyê grûpên çekdar ve hatibû revandin.

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, ji bilî dizî û talankirina mal û milkên welatên Efrînê, bi bihane û sedemên cihda bi sedan kes revandine û li hember berdana wan daxwaza bireke mezin ji pereyan dikin.

Li gor zanyariyên K24ê jî, ji bo azadkirina 4 kesên ji gundê Qermîliq, grûpên çekdar daxwaza 30 hezar Dolar kirine.

 

Ehmed Mihemed Şêxo
Ehmed Mihemed Şêxo

 

S. B