Belcîka û YE dixwaze pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê pêşve bibe

Cîgirê Serokwezîrê Belcîkayê Alexander De Croo diyarkir, ku di warên cuda de amade ne ligel Kurdistanê pêwendiyên xwe pêşdetir bibin

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokwezîrê Belcîkayê Alexander De Croo diyarkir, ku di warên cuda de amade ne ligel Kurdistanê pêwendiyên xwe pêşdetir bibin.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî  pêşewazî li Cîgirê Serokwezîrê Belcîkayê Alexander De Croo û Komiserê Yekîtiya Ewrûpa ji bo alîkariyên mirovî û desthilata krîzê Christos Stylianides kir.

Di hevdîtinê de liser pêşhateyên dawî li herêmê, têkoşîna li dijî DAIŞ û herweha alîkariyên mirovî bo penaberan hatin axaftin.

Pêwendiyên bazirganî û aborî di navbeyna Bruksel – Hewlêrê de babetek din a hevdîtinê bû.

Mesrûr Barzanî spasî alîkariyên Belcîka û Yekîtiya Ewrûpa, di têkoşîna dijî DAIŞ de, bo Hêzên Pêşmerge kir û ji nû avakirina deverê û alîkariya penaberan de giringiya berdewamiya piştgiriyê anî ziman. Herweha destnîşankir, ku divê zemîneya vegerê ji penaberên ku ji deverên cuda yên Iraqê hatine Kurdistanê re, bê dabîn kirin.

Ji aliyê xwe ve Cîgirê Serokwezîrê Belcîkayê Alexander De Croo, rêzên xwe bo Pêşmergeyên ku di şerê dijî DAIŞ de şehîd ketî pêşkeş kir û destnîşankir, seredana wî diyarkirina piştgiriyê û hevkariyê bo Kurdistanê û Iraqê ye.

Cîgirê Serokwezîrê Belcîkayê herweha daxwaza pêşxistina pêwendiyan ligel Kurdistanê anî ziman.

Komiserê Yekîtiya Ewrûpa jib o alîkariyên mirovî û desthilata krîzê Christos Stylianides jî, carek din spasiyên YE arasteyî herêma Kurdistanê kir, ku xwedîtiyê li hejmarek zêde ya penaberan dike û anî ziman: YE amade ye alîkariyê mirovî zêdetir jî bike.

 

 

 

C.B