bi sponseriya medyayî ya K24ê Konferansa Jin û karkirinê birêve diçe

Îro bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê, li Hewlêra Paytext Konferansa Jin û karkirinê birêve diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê, li Hewlêra Paytext Konferansa Jin û karkirinê birêve diçe.

Biryar e di vê konferansê de, kompanyayên ku baştirîn siyaset bo piştevaniya jinan dikin, bêne xelatkirin.

Di destpêka konferansê de, Seroka Encûmena Bilind a Karûbarê Xaniman Pexşan Zengene gotarek pêşkêş kir û spasiya Kurdistan24ê ji bo sponseriya medyayî ji konferansê re kir û hêvî xwast sal bi sal rewşa jinê di karta taybet de bihêztir bibe.

Li Herêma Kurdistanê û li gor zanyariyên Desteya Amera Hikûmetê Herêma Kurdistanê, tenê ji sedî 14 jin kar dikin.

Ji koma wê rêjeyê, ji sedî 86 ji jinan di karta geştî de bi rêjeya 12 – 14 jin di karta taybet de kar dikin û tenê ji sedî 1 jin di warê webirhênanê de kar dikin, ev jî rêjeyeke gelekî kêm e.

Konferansa Jin û karkirinê ji aliyê Banka Navdewletî û Wezareta Plandananê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Encûmena Bilind a Karûbarê Xaniman birêve diçe.  

 

 

S. B