Encûmena Bilind a Referandûmê: Referandûm di dema xwe de birêve diçe

Encûmena Bilind a Referandûmê di daxuyaniyekê de tekezî li ser birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê dike û radigihîne, referandûm di dema xwe ya diyarkirî de bi rê ve diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Bilind a Referandûmê di daxuyaniyekê de tekezî li ser birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê dike û radigihîne, referandûm di dema xwe ya diyarkirî de bi rê ve diçe.

Îro danê êvarê, Encûmena Bilind a Referandûmê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê civiya û tê de pêşniyaza şanda welatên bihêz guftûgo kirin.

Piştî civînê jî, Encûmena Bilind a Referandûmê daxuyaniyek belav kir û tê de hat, di civînê de pêşniyaza ku civaka navdewletî arasteyî serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê hat nirxandin. Bi rêz wan hewlan dinirxînin û spasiya girîngîpêdana civaka navdewletî dikin. Ji vê aliyê ve, ku referandûm tenê amraz e bo gihêştin bi mafê biryardanê li ser çarenivîsa gelê me, civînê biryar da:

Yekem: Derbarê wê pêşniyazê de, ew gerentiya pêwîst tê de nîn e ku cihê razemendî û baweriya gelê me be, ji ber wê proseya referandûmê berdewam dibe.

Duyem: Di heman demê de jî, di bin navê gerentîkirina mafê biryardana li çarenivîsa gelê me, bi giyaneke berpirsiyane dirêjiyê bi guftûgo û diyalogê ligel hemû aliyên pêwendîdar ên civaka navdewletî didin.