Kosret Resûl: Pêşmerge berdewam e li ser parastina Kerkûkê

Kosret Resûl: "hêzên Pêşmergên Kurdistan bê cawazî pêkhateyên Kerkûkê parastine û li ser parastina wî bajarî berdewam dibin."

K24- Navenda Nûçeyan

Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl, di festival piştevaniya referandoma serxwebûna Kurdistanê de li Kerkûkê ragihand, hêzên Pêşmergên Kurdistan bê cawazî pêkhateyên Kerkûkê parastine û li ser parastina wî bajarî berdewam dibin.

Kosret Resûl got:"Kerkûk bajarê biratî û pêkvejiyanê ye, lê hikûmetên Iraqê heya niha daxwazên xelkê Kurdistanê derbarê Kerkûkê bicî nekirine."

Resûl tekez kir, "Em ti hesabî ji biryara Bexdayê re nakin ku ji bo dûrxistina Dr Necmedîn Kerîm ji postê parêzgariya Kerkûkê dabû.”

Ji aliyê xwe ve parêzgarê Kerkûkê daxwaz ji welatiyan kir, ku di roja 25 Êlûnê de bi belê deng ji bo serxwebûna Kurdistanê bidin.