Hefteyek bihnvedan ji bo dezgehên Herêma Kurdistanê hat ragihandin

Ji ber hatina cejna Qurbanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hefteyek wek bihnvedana fermî ji bo dezgehên Hikûmî ragihand.

K24 - Navenda Nûçeyan

Ji ber hatina cejna Qurbanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hefteyek wek bihnvedana fermî ji bo dezgehên Hikûmî ragihand.

Peyvdarê fermê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (Sefîn Dizeyî) di daxuyaniyekê de got: Bi hatina cejna Qurbanê ya pîroz, em pîrozbahiyeke germ li malbatên şehîdan û Pêşmergên qareman û li hemû misilmanên Kurdistan û Iraqê û cîhanê dikin û em hêvîdar in ev cejn bibe sedema yekrêzî û aramî û dixweşiyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de hatiye: Em ji welatiyên hêja yên Kurdistanê radigehînin, ku bihnvedana cejna Qurbana pîroz, ji roja Yekşemê 19/8/2018an ve destpê dike û heya roja Şemiyê 25/8/2018an berdewam dibe û roja Yekşemê 26/8/2018an dewamê fermî destpê dike.

N.O