Li Suriyê - piştgirên rejîmê, Iran û Rusya serketin?

Piştî 7 salên şerê Suriyê heyameke nû destpêdike. Yek ji bihêztirîn aktoreke nawçeyê Vladimir Putinî li RojhilataNavîn komek serdan pêk anî.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî 7 salên şerê Suriyê heyameke nû destpêdike. Yek ji bihêztirîn aktoreke nawçeyê Vladimir Putinî li RojhilataNavîn komek serdanan pêk anî. Putin beriya Qahirê û Enqerê bi awayekî nedihatçaverêkirin li Suriyê bû. Serokê Rusyayê bi Beşar Esad re civiya û li wir diyarkir ku ew dê hêzên xwe yên li Suriyê paşvebikşînin û herwiha ew ê bi Tirkiyê û Îranê re aramiyê vegerînin Suriyê. Pispor diyarkirin ku ev geşedane destpêka qonaxeke nû ye herwiha serkeftineke ku li hemberî NATO û Emrîkayê hatiye bidestxistin e.

Serdana Serokê Rusyayê Vladimir Putînî ya bo Suriyê di demeke kurt dengveda. Serdan wekî peyameke giring hate nirxandin ku ji hemu aliyên peywendidar re hatiye dayîn. Rusya di sala 2015an de bi awayekî fermî li cem rejîma Şamê tevlî şerê Suriyê bibû. û hebûna hêzên Rusyayê ya li Suriyê ji 2015an ve berdewam e. Putînî di serdana xwe ya Suriyê de diyarkir ku Rusya dê hêzên xwe yên li Suriyê êdî paşvebikşîne, Ev biryara Rusyayê pisyarên egera bidawîhatina şerê Suriyê jî bi xwe re anî.

Mustafa Sitki Bilgin -Pisporê RojhilataNavîn anî ziman ku,

"Rusya dibêje em ê hêzên xwe paşve bikşînin ango dibêje bi raya me şer xilasbûye, helbet di rojên peşiya me ev pêngava xwe dê li dijî Emrikayê bikar bigre ango dê bibêje Emrikayê tu jî, hêzên hevpeyman jî, êdî bila hemu hêzên biyanî ji Suriyê derkevin. Bi her halê xwe heyameke nû destpêdike"

Tirkiyê ku wekî hevpeymaneke NATOyê ji destpêka şerê Suriyê ve li dijî Beşar Esad helwest girtibû lê belê bi destpêka gotûbêjên Astanayê Tirkiye bi Rusyayê re ketibû  di nava proseya diyalogan de û yêtikiya Moskow û Enqerê ya li ser babeta Suriyê di Lûtkeya Soçiyê de jî bi awayekî zelal hatibû diyarkirin. Gotinên Putînî yên ku ew dê bi Tirkiye û Îranê re aramiyê vegerînin nawçeyê ji aliyê Tirkiyê ve giring hatin nirxandin.

Kadir Ertaç Çelik-Pisporê RojhilataNavîn diyar dike:

"Mirov dikare bêje ku NATO wekî aliyê neserkeftî ma. Bitaybet gotinên Putînî yên ku aktorên vegerandina aramiyê wek; Tirkiye Rusya û Îran nîşandide, goleke ku ji NATOyê re hatî avêtin e. Lê belê ev nayê vvê wateyê ku Tirkiye li hemberî NATOyê ye, Tirkiye jî wekî hemû welatan berjewendiyên xwe diparêze."

Ev pengava Rusyayê ya li Suriyê avêt wekî zêdekirina desthilata xwe ya hemberî Emrikayê hate nirxandin. Pispor dibêjin ev pêngave di qonaxa nû de dê di diyarkirina hevsengiya hêzan de roleke giring bilîze