Şanda Kurdistanê Bexdayê dilniya dike

kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serdana vê carê ya şanda Kurdistanê bo Bexdayê, bi armanca têkbirina nîgeraniyên hikûmeta Iraqê li hember proseya referandûmê dibe. Endamekî wî şandê tekez dike di civîna ligel berpirsên Iraqî dilniyayê didin wan ku Kurdistan bi aştiyane gavan berve serxwebûnê davêje. Pisporekî zanista siyasî jî dibêje, gelê Kurd rewatî dide referandûmê, ne berpirsên Iraqê.

Endamê parlementoya Kurdistanê Macid Bazirgan ji K24ê re got: “Şand me zêdetir ligel kesên ku li Bexdayê xwedî biryar in dicive, çi Şîe bin û ci Sune bin. Herwiha ligel hikûmeta Iraqê û Serokwezîr Heyder Ebadî jî dicivin. ”

Encûmena Bilind a Referandûmê di civîna 7 Tebaxê de şandek pêk anî bo serdana Bexdayê bike û guftûgo li ser pirsa referandûmê bike. Şand jî ji nûnerên her yek PDK, YNK, Yekgirtû û herwiha ji nûnerên Tirkmen, Xiristiyanî û Êzidiyan pêk tê.

Macid Bazirgan got jî: “Em pêşbînî dikin ku ew bibêjin ku niha dem bo birêvebirina referandûmê ne guncaw e û daxwaza paşxistina wê proseyê bikin, lê me biryara xwe daye, divê ew jî rêz li biryara gelê Kurdistanê bigirin.”

Pisporê zanistê siyasî Rêbaz Ezîz ji K24ê re got: “Herêma Kurdistanê rewatiyê ji xwe werdigire. Ji dam û dezgehên xwe wek parlemento, hikûmet, serkirdayetî û gelê xwe werdigire. Dema di proseya dengdanê ya rasterast de rêjeyeke piranî ya dengan bidest xist, wê demê rewatiyê werdigire, ne ji kesekî din.”