Onder: Ocalan li dijî xendekan derket

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementerê HDP ragihand, Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li dijî xendekên ku ji aliyê PKKê ve hatibûn kolandin derketiye.

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder duh li parlementoya Tirkiyeyê axivî û bal kişand li ser çend bûyerên bûne sedema şikestina pêvajoya aşitiyê.

Onder got berî şikestina pêvajoya aştiyê dema PKK li navçeya Licê û Çêwlikê dest bi kolandina xendekan kiribû, Rêberê PKKê Abdullah Ocalan nerazîbûn nîşan daye. Ocalan di hevîtinan de ji wan re gotiye kolandina xendekan êrîşkirina li dijî mafê serweriya dewleta Tirkiyeyê ye. Ti dewlet vê yekê qebûl nake.

Onder da zanîn jî, Ocalanî daxwaz ji wan kiriye ku vê yekê ji PKKê re rabigihînin. Piştî daxwaza Ocalan, PKK dawî xendekên ku li navçeya Licê û Çêwlikê konandine, aniye. 

Piştî şikestina pêvajoya aştiyê şereke dijwar dest pê kir û li çend navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê xendek hatin kolandin. Di encama wî şerî de nêzikî 3 hezar kesî canê xwe ji dest dan.