Nûnerê PDK li Yûnanê: Ti Kurdek di êrîşa pêr de şehîd nebûye

Serbest Mihemed: 72 kes birîndar bûn û birînên 10 kesan ji wan giran in û 3 kes ji Erebên êrîş kirine hatine girtin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Yûnanê Serbest Mihemed ji Kurdistan24ê re piştrast kir, ku ti Kurdek di êrîşa pêr ya li Kampa girava Mytilene ya Yûnanê de şehîd nebûye.

Serbest Mihemed diyar kir, ku 72 kes birîndar bûn û birînên 10 kesan ji wan giran in û got: Ew kesên êrîş kirine, Erebên tundrew bûn, beşê herî mezin ji êrîşkaran ji bajarê Dêra Zorê bûn û erebên Sune yên Iraqê jî alîkariya wan kirine û heya niha 3 kes ji êrîşkaran hatine girtin.

Mihemed tekez kir, ku ewê ji Hikûmeta Yûnanê daxwaza cudakirina penaberên Kurd ji yên Ereb bikin.

Derbarê sedema êrîşa ku ji aliyê wan penaberên Ereb ve hat kirin, navhatî zelal kir, ku sedema êrîşa şovîniyeta êrîşkaran bû û ti pêwendiya rojînegirtina wan Kurdan bi êrîşê re tinebû, pirsa rojînegirtinê tenê bihaneyek bû êrîşkaran ji xwe re bikar aniye, lê ya rastî êrîşkaran ji ber şovîniyeta xwe ew êrîş encamp dane.

Pêr bi şev hejmareke mezin ji penaberên Ereb ên Sûrî û Iraqî, li nav kampeke penaberan li girava Mytilene li Yûnanê, bi şîş û boriyan êrîşî penaberên Kurd kirin û di encamê de bi dehan penaberên Kurd birîndar kirin.  

N.O