Hewlêr û Bexda ji rêkeftina li ser Kerkûkê nêzîk dibin

Hewlêr û Bexda ji rêkeftina li ser pirsa Kerkûkê nêzîk dibin. Endamekî Serkirdatiya PDKê dibêje, pirsgirêk ber bi çareserkirinê ve diçin, lê ji bo çareseriya dawî, pêwîstî bi yekrêziya navmala Kurdî heye.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hewlêr û Bexda ji rêkeftina li ser pirsa Kerkûkê nêzîk dibin. Endamekî Serkirdatiya PDKê dibêje, pirsgirêk ber bi çareserkirinê ve diçin, lê ji bo çareseriya dawî, pêwîstî bi yekrêziya navmala Kurdî heye.

Guftûgoyên aşkere yên Hewlêr û Bexdayê li ser Kerkûkê destpê kir, PDKê ku di heyama bûrî de gelek li ser rewşa Kerkûkê axivî, geşbîn e ku pirsgirêkên Kerkûkê çareser bibin.

Endamê Serkirdatiya PDKê Ehmed Kanî ji K24ê re got: “Kerkûk beşeke girîng a mada 140 ye. Rewşa piştî 16ê Cotmehê dirust bûye, naxwastî bû. Lê niha û piştî serdana Serok Barzanî ji Bexdayê re, araste ber bi başiyê ve hatine guhartin û hevtêgihîştineke baş heye hem di navbera Serok Barzanî û Adil Ebdilmehdî û hem di navbera hikûmeta Bexdayê û hikûmeta Hewlêrê de. Rêkeftina Kurd di nava xwe de pirsgirêkên Kurd û Kurdistanê zûtir çareser dike.”

Ji aliyekî din ve, endamê Polîtburoya Tevgera Hîkme ya Niştimanî ya Şîeyên Iraqê Reza Cewad Teqî ji K24ê re got: “Dema birêz Adil Ebdilmehdî Serokwezîrtî wergirt, berê hemû pirs ber bi çareseriyê ve bûn, ev jî bi alîkariya her du aliyan Hewlêr û Bexdayê. Me dît ku pirsa mûçe û budceyê hatin çareserkirin û pirsa Pêşmerge û Kerkûkê jî niha guftûgo li ser hene û berê wan li çareseriyê ne.”

Derbarê pirsa Kerkûkê de jî got: “Niha Bexda di wê baweriyê de ye ku divê li wî bajarî hevsengî hebe û hemû pêkhate beşdarî çareseriyê bibin. Dubere dikim, niha me qonaxa qeyranê derbas kir û di qonaxa çareseriyê de ne.”

Bi nêzîkbûna pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, tê çaverêkirin girêkên Hewlêr û Bexda ber bi vekirinê biçin û beşeke nû ya pêwendiyan di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de destpê bike.