Tirkiye nêzîkî Rûsya dibe

Aloziya navbera Tirkiye û Amerîka û dorpêçiyên Amerîka yên ser Rûsyayê, Tirkiye û Rûsyayê nêzîkî hev dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Pêwendiyên Tirkiye û Amerîka çiqas aloz dibin, Tirkiye berê xwe dide hevpeymanên û bazarên nû. Pispor dibêjin, Rûsya û Tirkiye li Sûriyê hevkarî dikin û pêwendiya aliyan di warê enerjiyê de jî pêş ketiye. Dorpêçiya Amerîka liser her du welatan, wan nêzîkî hev dike.

Aloziya navbera Tirkiye û Amerîka û dorpêçiyên Amerîka yên ser Rûsyayê,  Tirkiye û Rûsyayê nêzîkî hev dike. 

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn, piştî daketina nirxê lîreyê pêwendiyeke telefonî encam dan.

Her weha Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî roja duşemê wê serdana Tirkiyê bike.

Pispor dibêjin, ev hewldan jî nîşan didin ku, her du welat dixwazin hember Amerîkayê pêwendiyên xwe xurtir bikin.

Nadîr Devlet, profesore Zanîngeha Aydin a Stenbolê dibêje, sedemê sereke yê lêgerîna Tirkiyê bo hevpeymanên nû eve ku, Amerîka baca ser gumrika hesin û alemînyuma Tirkiyê zêde kiriye.

 Nadir Devlet- Mamosteyê Zanîngeha Aydinê ya li Stenbolê diyar dike:

"… Jiber ku her du welat niha hember bilindbûna nirxê dolarê bêzar in, dibe ku her du welat bi hev re bo dîtina çareya vê kêşeyê tevbigerin."

Erdogan duh di civîna balyozên Tirkiyê balkişandibû ser daketina nirxê lîreya Tirkî ew wek "lîstika hember Tirkiyê" binav kiribû. Dabû xuyakirin, ewê hevpeymanên nû û bazarên nû bibînin. Jiber ku hevpeymana kevn hember aboriya Tirkiyê operasyonan dike.

Helwesta Washingtonê ya dijî Enqerê, gotinên derbarê başbûna pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê zêde kirine. Rûsya û Tirkiye jixwe di krîza Sûriyê de hevkarî dikin û di warê enerjî û bazirganiyê de jî pêwendiyên xwe xurt kiribûn.

 

 

C.B