Tirkiye: Amerîka pêwendiya xwe bi YPGê re nabirre

Erdogan: Rêketina Tirkî – Amerîkî li ser Minbicê, wekî ku hatiye pilankirin berdewam dike û YPGê wê ji Minbicê vekişe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand, ku Amerîka pêwendiyên xwe bi temamî li gel YPGê nabirre.

Receb Teyib Erdogan dema ji serdana xwe ya Brukselê vegeriya, ku têde beşdarî di civîna welatên endamên Hevpeymaniya NATOyê de kiribû, di firokeyê de bersiva pirsên rojnamevavan da û derbarê hevdîtina xwe ya li gel serokê Amerîka Donald Trump got: Armanca me ya sereke ew e ku Amerîka pêwendiyên xwe yên li gel YPGê bi dawî bîne. Lê di hevdîtina min de li gel Trump, eşkere bû ku Amerîka niha pêwendiyên xwe li gel YPGê bidawî nayne.

Erdogan diyar kir, ku rêketina Tirkî – Amerîkî li ser Minbicê, wekî ku hatiye pilankirin berdewam dike û YPGê wê ji Minbicê vekişe.

Herwiha Serokê Tirkiyê tekez kir, ku wî ji serokê Firensa Emmanuel Macron re daxwaz kiriye ku bergiriyê li YPGê neke. 

N.O