Sûriye gefa êrîşa li ser Îsraîlê dixwe

Nûnerê Sûriyê li Encûmena Asayişa Navdewletî ragihand, heger Encûmena Asayişa Navdewletî rê li ber êrîşên Îsraîlê yên li ser welatê wî negire, Şam dê bersivê bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Sûriyê li Encûmena Asayişa Navdewletî ragihand, heger Encûmena Asayişa Navdewletî rê li ber êrîşên Îsraîlê yên li ser welatê wî negire, Şam dê bersivê bide.

Nûnerê Sûriyê li Encûmena Asayişa Navdewletî Beşar Caferî di civîna Encûmena Asayişa Navdewletî ya li ser rewşa Rojhilatê Navîn de hişyarî da û got: “Ji mafê rewa yê Sûriyê ye berevaniyê li xwe bike û bersiva êrîşa Îsraîlê ya li ser Firokxaneya Navdewletî ya Şamê bide.”

Nûnerê Sûriyê tekez kir, heger Encûmena Asayişa Navdewletî rênimayên pêwîst ji bo rawestandina êrîşên Îsraîlê negire ber, Sûriye dê heman êrîşê li ser Firokxaneya Tilevîvê bike.”

Got jî: “Êrîşên Îsraîlê binpêkirineke aşkere ye ji yasayên navdewletî û belgeyên Netewên Yekgirtî re ye.”

Beşar Caferî hevdem rexne li Encûmena Asayişa Navdewletî girt û got, Encûmena Asayişa Navdewletî ji dehên salan ve nikare biryarên xwe yên derbarê Sûriyê bicih bîne, ew jî bi sedema helwestên Brîtanya, Fransa û Amerîka ku piştevaniya Îsraîlê dikin.

Roja 21ê vê mehê firokeyên şer ên Îsraîlî êrîş birin ser bingehên hêzên Îranî û Hizbulaha Libnanî li başûrê Şamê, derdora Firokxaneya Navdewletî ya Şamê, navçeya Kiswêderdora firokxaneya Sehlê li nêzîkî bajarê Siwêdayê.

Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, di encama êrîşê jê 12 Pasdarên Îranê bi giştî 21 kes hatibûn kuştin û Herwiha ziyaneke madî ya mezin gihîştiye wan baregeh û komgehan.

Rayedarên Îsraîlê dibêjin, hêzên Îranî ji nava xaka Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê dikin, berî 3 rojan jî Wezîrê Îstixbarat û Veguhastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand, Îsraîl bi Îranê re ket rûbirûbûneyeke aşkere û vekirî û rê nade Îranê hebûna xwe li Sûriyê bisepîne.

 

S. B