Kurdistan Asayişa Rojava nivîsgeheke ENKSê digire û endamekî PDK-Sê binçav dike

Asayişa Rojava nivîsgeheke ENKSê digire û endamekî PDK-Sê binçav dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Rojava careke din nivîsgeha Xwecihiya Rojhilatê Qamişlo ya ENKSê digire û endamê Komîta Herêmê ya PDK-Sê Aazd Ebdilrehman binçav dike.

Piştî derbasbûna mehekê li ser girtina nivîsgehên ENKSê ji aliyê Asayişa Rojava ve, bi behaneya newergirtina muhletên kar, Emîndariya Giştî ya ENKSê ku di daxuyaniyekê de biryara vekirina nivîsgehên girtî dabû, duh jî careke din nivîsgeha Xwecihiya Rojhilatê Qamişlo ya ENKSê hate vekirin.

Îro Asayişa Rojava careke din bi ser wê nivîsgeha ENKSê de girt û deriyê wê girt. Herwiha endamê Komîta Herêmê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Aazd Ebdilrehman jî binçav kir.

Di 14 meha Adara 2017an de Desteya Hundirîn ya Cizîrê hişyariyek ji raya giştî re belav kiribû ku çi nevîsîngehekê destûra kar ji Rêveberiya Xweser wernegirtibe dê were girtin û di heyama 24 demjimêran de biryara navbûrî kete warê cîbicîkirinê û di encamê de nêzî 50 nivîsgehên bi ser ENKSê ve hatin girtin.