Tirkiye ji pêşwazîkirina Macron a şanda HSD dilgiranî nîşan da

Wezareta Derve ya Tirkiyê, Serokê Fransayê, ji ber pêşwazîkirina Şanda HSDê bi tundî şermezar dike û dibêje, Macron dixwaze rêxistinên terorê rewa bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Tirkiyê, Serokê Fransayê, ji ber pêşwazîkirina Şanda HSDê bi tundî şermezar dike û dibêje, Macron dixwaze rêxistinên terorê rewa bike.

Peyvdarê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy, li ser pirsa rojnamevanan da xuyakirin, PYD û YPG rêxistinên terorê ne û baskên PKK ên Sûriyê ne û got, ew helwesta Serokê Fransayê ji ber pêşwazîkirina şanda HSDê şermezar dikin.

Aksoy got, Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi van helwestan, dixwaze rêxistinên terorê rewa bike û da xuyakirin, ev gaveke şaş e û bi pêwendiyên hevpeymaniyê re nagunc e.

Da xuyakirin, divê rêz li yekparçeyiya ax û yekîtiya siyasî ya Sûriyê bê girtin û Tirkiye ji bo ewlekariya xwe ya netewî, çi pêwîst bibîn e, dê bicîh bîn e. 

 

 

C.B