Sibe Brunson tê berdan?

Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson sibe tê dadgehkirin û Amerîka banga azadkirina welatiyê xwe dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson sibe tê dadgehkirin û Amerîka banga azadkirina welatiyê xwe dike.

Dadgehkirina Andrew Brunson li bajarê Îzmîrê birêve diçe û tê tometbarkirin ku, liser navê Tevgera Fetulah Gulen û PKKyê tawan kiriye. Ji bo wî heta 35 salan cezaya zindanîkirinê tê xwestin. Berî dadgehkirina wî Amerîka careke din banga azadiya welatiyê xwe dike. Lê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dibêje,  azadiya Andrew Brunson di destê wî de nîn e, di destê dadgehên de ye.

Hişê gelek kesan li Stenbolê li ser bûyera windabûna rojnamevan Cemal Kaşikçi ye, lê sibe li Îzmîrê dadgehkirinek girîng birêve biçe.

Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson, ku nêzikê 2 sal in girtî ye sibe careke din tê dadgehkirin û eger heye ko bê azadkirin. Berî dadgehkirina Brunsonî, Parêzerê wî Îsmaîl Cem Halavurt ragihand ko ew çavere dikin cezaya zindanîkirina malê û qedexeya derketina dervayî sînorên Tirkiyê ya li ser Andrew Brunson bê rakirin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî banga azadkirina welatiyê xwe dike. Pompeo dibêje, ew ji azadiya Brunson gelek hêvîdar e. Ji bo Tirkiyê riya herî rast azadkirina welatiyê wan e.

Lê hikûmeta Tirkiyê amajeya serbixwebûna dadgehên xwe dike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dema ji serdana xwe ya Macarîstanê vedigeriya di vê derbarê de axifî û got Tirkiye dewletek hiqûqê ye û ew nikare ferman bide dadgehan. Biryara azadkirina Andrew Brunson di destê dadgehan de ye.

Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson 2 sal berê hatibû girtin û tê tometbarkirin ko ser navê Tevgera Fetulah Gulen û PKKyê tawan kiriye. Zindanîbûna wî pêwedniyên Tirkiye û Amerîkayê ji nişkave aloz kiribû. Ev alozî heta niha jî çareser nebûye û Amerîka hêviya azadiya welatiyê xwe ye.

 

 

 

C.B