Li 22 gundên Çewlîgê qedexe hat ragihandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Çewlîgê û 8 navçeyan, 22 dever wek herêmên ewlekariya taybet hatin ragehandin.
Parêzgariya Çewlîgê bi daxuyaniyeke nivîskî aşkera kir, li 22 deverên girêdayî navenda Çewlîg û navçeyên Darahênî, Solexan û Kanîreşê û 5 navçeyên wek herêmên ewlekarî hatine ragehandin û ketin û derketina wan deveran hatiye qedexekirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, qedexe jiber zêdebûna çalakî û tavgerên PKKê hatiye ragehandin bo astengkirina vê hêzên ewlekarî hemû amadekariyên xwe kirine.