Efrîn.. Grûpên çekdar pirejineke 80 salî dixeniqînin

Li Efrînê grûpeke çekdar bi zorê çek dikevin malekê, malê didizin û pîrejineke 80 salî dixeniqînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê grûpeke çekdar bi zorê çek dikevin malekê, malê didizin û pîrejineke 80 salî dixeniqînin.

Navenda Medyayî ya Efrînê belav kir, li gundê Birc Ebdalo ya navçeya Şîrewa şeva 8ê Mijdarê grûpa bi navê Hemzat avêtin ser mala Nezmî Sîdo Mihemed (60 salî) û ku ew û hevjîna wî Fatime Osman (50 salî) û diya wî Ayşe Henan (80 salî) li malê bûn, piştî ku ew her sê girê dan, kîs xistin serê wan û pere û zêrên di malê de diziyan.

Wê navendê da zanîn, ji encama girêdan û xistina kîs di serê pîrejina 80 salî Ayşe Henan de, ba li ser wê qut bû ew hat xeniqandin.

Ji aliyê xwe ve jî, Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê heman nûçe belav kir û da zanîn, mala Nezmî Sîdo Mihemed li tenişt baregeha grûpa Hemzat e û navê serkirdeyê wê grûpê jî Mehmûd Osman e.

Wê navendê siyar kir jî, per û zêrên ji mala Nezmî hatine dizîn, bi 7 milyon Lîreyên Sûrî (15 hezar Dolar) tên texmînkirin.

Ji dema degîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara bûrî de, bûyerên dizî û talanê bi wî awayî rû didin û grûpên çekdar bi şevê bi zorê dikevin malan û di bin gef û eşkenceyê de pere û zêrên wan didizin.

 

S. B