“MHPê straneke Kurdî kiriye strana xwe ya hilbijartinê”

Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) straneke Koma Berxwedan kiriye strana xwe ya hilbijartinê.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) straneke Koma Berxwedan kiriye strana xwe ya hilbijartinê. Ev gotina bikarînerekî twîtirê a bi navê “Serhad Eyaled Lordu” ye. Ew dibêje stranbêj Mustafa Yildizdogan, strana Koma Berxwedan a bi navê Bihûşta Cîhanê girtiye û ji bo MHPê kiriye strana hilbijartinê. Ev mesele di medyaya Tirkiyeyê de jî deng veda lê MHP û Mustafa Yildizdogan bêdengiyê hilbijartine.

Stranbêjê Tirk Mustafa Yildiz Dogan hefteya bûrî ji bo Partiya Tevgera Neteweperst (MHP) straneke hilbijartinê çêkiribû û ev stran di nava alîgirên MHPyê de bi keyfxweşiyeke mezin hatibû pêşwazîkirin.

Lê hesabekî twîtirê ya bi navê Serhad Eyaled Lordu ji bo Mustafa Yildizdoganî bûye serêşî. Lewra ev bikarînerê twîtirê dîsa îddia dike ko Strana Hilbijartinê ya MHPê ji Kurdî hatiye dizîn. Serhad Eyaled Lordu bi riya twîtirê dibêje: Strana hilbijartinê ya MHPê wekî straneke Kurdî a bi navê bihûşta cîhanê ye. Ev stran di sala 1991an de ji aliyê Koma Berxwedan ve hatiye gotin.

Ev pirs di medyaya Tirkiyeyê de jî ciheke berfireh digre. Gelek malper û rojname pirsa wê yekê dikin gelo strana hilbijartinê ya MHPê ji Kurdan hatiye dizîn an na? Bersiva vê pirsê cem Mustafa Yildizdoganî ye lî wî jî bêdengiyê hilbijartiye.

Diziya stranên Kurdî ne ji bo Mustafa Yildizdoganî ne jî ji bo stranbêjên Tirkan ne pirseke nû ye. Serhad Eyaled Lordu pêştir jî eşkere kiribû ko strana  Mustafa Yildizdoganî ya bi navê Olurum Turkiyem ji straneke kurdî hatiye dizîn. Piştre Mustafa Yildizdogan neçar mabû bersiv bide û ragihandibû ko wî ti carî negotiye mûzîka strana Olurum Turkiyem ya wî ye. 

Çend mînakên din jî bi vî awayî ne. Strana Koma Wetan a bi navê Cahîltî ji aliyê Serdar Ortaçî ve wiha hatibû gotin.

Strana Hesen Zîrekî a bi navê Ey Netewe jî her wisa.

Mînakên bi vî rengî gelek in û heta niha çi Îbrahîm Tatlises, çi Mahsun Kirimzigul çi jî Kiraç û Neşet Ertaş dehan stranbêjên Tirkiyê berhemên kurdî wekî berhemên xwe nîşan dabûn û bi stranên kurdî bûbûn navdarên Tirkiyê.