Suriye: Daxûyaniyên şer tên dan!

Demjimêr 14:25an Wezareta derve ya Rûsya bersiv da: “Mûşekên jîr dive hemberî terorsîtan bên bikar anîn, ne hemberî hukimetên yasayî. ...”

K24 – Navenda Nûçeyan

Daxûyaniya Serokê Amerika Trump a bikaranîna mûşekên jîr û nû hemberî Suriyê, li tevayiya cîhanê wekî nûçeya sereke diçe.

Demjimer 14:00an (bi dema Hewlêrê) Serok Trump di twitterê de nivîsî: “Rûsya soz da ku, hemû mûşekên ber bi Suriye ve biçin, bixe. Amade be Rûsya, dê mûşekên jîr û nû werin. Nebe hevkarê heywanekî, ku xelkê xwe bi gazên jehrewî dikuje û ji vê yekê bextewer dibe!”

Demjimêr 14:25an Wezareta derve ya Rûsya bersiv da: “Mûşekên jîr divê hemberî terorsîtan bên bikar anîn, ne hemberî hukimetên yasayî.  Herweha dibe ku, ev mûşek isbat û belgeyên liser gaza jehrawî jinav bibin. Armanc ev e.

Demjimêr 14:40an Serok Trump di twittek nû de nivîsî: “Pêwendiyên me ligel Rûsya di demek gelek sar de ne. Ji dema Şerê Sar bigre heta niha, dibe ku pêwendiyên herî xerab in. Sedem ji vê yekê re nîn e. Pêwîstiya aboriya Rûsya bi me heye. Ev jî hesanî ye, bila hemû dewlet ligel hevûdu bicivin û ligel hevûdu kar bikin. Em rikberiya çekbûyînê ji hole rakin”…

Heman demê ji Parîs û Londonê jî, daxûyaniyên tund hemberî Rûsya, Îran û Suriyê tên dan…

Medya Israilî jî ragihand ku, Israil di amadebaşiyê de ye…

 

 

C.B