Li taxa Malên Dîrokî ya Wanê çanda dîrokî tê danasîn

Malên Dîrokî yên Wanê, bi beşdariya Wezîrê Hewildorî û Bajarvanî yê Turkiyeyê Mûrat Kurum ji serdana re hat vekirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Malên Dîrokî yên Wanê, bi beşdariya Wezîrê Hewildorî û Bajarvanî yê Turkiyeyê Mûrat Kurum ji serdana re hat vekirin. Malên Wanê, bi taybetiyên xwe, şîroveya çanda kevnar ya Wanê dikin. Endezyarên avahîsazî balê dikşînin ku plansaziyên avahiyan, ravekirina çanda civaka jî ravedike û ew jî bi van malan çanda Wanê rave dikin.

Taxa Malên Dîrokî ya Wanê ku li navçeya Tûşpaya Wanê hatiye sazkirin, bi beşdariyeke girseyî, ji bo serdanan hat vekirin. Li taxa malên Wanê, ew çanda ku serdemên beriya 1900'an de hatine jiyandin jî rave dike ber çavan. Sazkar û revêrên taxê jî radigihînin ku ew çanda kevin û bi hemdemî re li vê taxê didin nasîn.

Serokê Berê yê Jûra Avahîsazên Wanê Şahabettîn Ozturk, ji bo Kurdistan24 balê kişand ku wan li vê taxê ji malen dîrokî yên Wanê nimûneyan sazkirine û hem bi sazûmaniya avahîsazî hem jî plansaziya hewildorî çand û jiyana civakî ya serdemên berê tê nasîn û zanîn. Ozturk balê kişand ku li taxa malên Wanê çiya, behr û bajêr bi çarmedorî xuya dibe.

Endezyarê Avahîsazî Şahabetîn Ozturk ji K24ê re got: "Malên dîrokî yên Wanê, bi taybetiyên xwe yên xwerû, nimûneyekî ji avahîsaziya civaka sivîl in. Di van malan de, ax (herî) û dar tên bikaranîn. Zivistanan germ in, her wisa havînan jî hînik in. Ji aliyê çandî ve, li gor avahîsaziyên Anatolya û Mezopotamyayê cudahiyeke van malan heye, haremi û selamî nîn e û deriyên malan rastewxwe vedibe kolanan. Ev jî çanda hevgirtî ya pêkvejiyana, bawerî û çandên cuda nîşan dide."

Taxa Malên Wanê bi beşdariya Wezîrê Hewildorî û bajarvanî Mûrat Kûrûm, parlamenterên Partiya Edalet û Geşepêdanê Ak-Partiyê Îrfan Kartal û Osman Nûrî Gulaçar, Parêzgar û Qayimê şaredariya Mezin yê Wanê Mûrat Zorlûoğlû û şaredarê Tûşbayê Fevzî Ozgokçe hat vekirin.

Fevzî Ozgokçe jî ragihand ku ew li gel ku hewla xizmetên şaredariyê didin, xwedî li çand û dîrokê jî derdikevin û bi projeyên wiha çavakniyên çandî û geştiyarî amade dikin.

Serokê Şaredariya Tuşpa ya navçeya Wanê Fevzî Ozgokçe got: "Em li gel ku xizmetên xwe yên şaredariyê dimeşînin. Hewla parastin û nûjenkirina ciyên dîrokî, parastina xweza û hewildorî û berdewamiya çand û kevneşopiyan jî didin. Hêvîdarim li vê taxa malên Wanê jî hem emê çanda xwe bidomînin, hem jî çavakaniyeke geştiyarî û danasînê peyda bikin."

Li nav Taxa Malên Wanê, baxçe û kolan jî bi ajal û berhemên ku di wê serdemên de hatine bikaranîn, hatine hunandin. Di nav bernameyê de konser, dîlan û raksên gelerî jî hatin pêşkêşkirin.