Tirkiye piştgiriya xwe ji çekdarên Idlibê re zêde dike

Ajansa Reuters liser zarê çendîn fermandarên “Artêşa Azad a Suriye” radighîne ku “Bi egera ku Hukimeta Suriye di amadekariyên Operasyonek lidij Idlibê ye, Tirkiye piştgiriya xwe ya çek û alavên serbazî ji çekdarên dinav Idlibê de zêde kiriye”

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa Reuters liser zarê çendîn fermandarên “Artêşa Azad a Suriye” radighîne ku “Bi egera ku Hukimeta Suriye di amadekariyên Operasyonek lidij Idlibê ye, Tirkiye piştgiriya xwe ya çek û alavên serbazî ji çekdarên dinav Idlibê de zêde kiriye”.

Di nûçeyê de herweha hatiye, fermandarek “Artêşa Azad a Suriye” ku bi berpirsên Tirkiye re di pêwendiyek xûrt de ye, diyar kiriye: “Berpirsên Tirkiye soz dan, bi egera ku şerê Idlibê dikare dirêj bikşîne û dijberiya Operasyona hemberî Idlibê, piştgirên me bin û alîkariya çek û alavên leşkerî zêdetir bikin”.

Ligor heman jêderan di rojên dawî de gelek barhilgirên alavên serbazî û çek ji alî Tirkiye ve gihiştine nav Idlibê û radestî “Opozisyona Suriye” kirin e.

Piştgiriya Tirkiye bo çekdaran, piştî Lûtkeya Tehranê (ku di navbeyna Îran, Rûsya û Tirkiye de pêk hat) zêdetir bû ye. Herweha  parastin a xalên pişkinînê û çavdêriyê yên Tirkiye di derdora idlibê de jî hatiye xûrtkirin.

 

 

C.B