Rûsya: Amerîka hin Kurdên Sûriyê ber bicudabûnê ve dibe

Bogdanov: Amerîka ji bo berjewendiyên xwe dixwaze Sûryê dabeş bike û ji bo vê mebestê hin aliyên Kurdî li Sûryê han dide ku doza cudabûnê bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Cîgirê wezîrê derve yê Rûsya Mikhail Bogdanov ragihand, Amerîka hestê cudabûnê ji Sûryê li cem hin aliyên Kurdî germ dike.

Li gorî ajansa Sputnik a Rûsî, Mikhail Bogdanov gotiye ku Amerîka ji bo berjewendiyên xwe dixwaze Sûryê dabeş bike û ji bo vê mebestê hin aliyên Kurdî li Sûryê han dide ku doza cudabûnê ji wî welatî bikin.

Berî niha jî wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov ragihandibû, ku Amerîka piştevaniya xwestekên Kurdan yên cudaxwaz dike.