Zêdetir ji 20 Kurd ên Êzdî yên rizgarbûyî ji dest ên Daişê vegerîyan Herêm a Kurdistanê

Evro 21Kurd ên Êzdî yên rizgarbûyî ji dest ên çekdar ên Daişê ku li şerr ê Baxozê, li rojhilat a Suryayê hatibûn rizgakirin, gehiştin Herêm a Kurdistanê û xizm û kes ên xwe dilşad bûn.

K24- Sihêla

Evro 21Kurd ên Êzdî yên rizgarbûyî ji dest ên çekdar ên Daişê ku li şerr ê Baxozê, li rojhilat a Suryayê hatibûn rizgakirin, gehiştin Herêm a Kurdistanê û xizm û kes ên xwe dilşad bûn.

Di dem agehiştin a wan li sêrîyn a Girşîn li ser rê ya Sihêla, xizim û kes ên wan li benda wan bûn û K24ê dîmen ên bi hev şadbûn a wan malbatan bi awayek zindî diveguhazt.

Herçende vegerîyan a wan 21 kesan cihê dilxweşî ya xizm û kes ên wan bûn, lê hêj birîn a malbat ên wan bi temamî sarêj nebûne, çûnku wek Ew bi xwe bi gerû ya pir girysan dibêjin, hêj  gelek ji kes ên wan yên nêzîk windane û soraxin.

Ev di demekê de ye ku berî dû rojan Daişê dawîn pêgeh a xwe ji dest da ji alî yê cugrafî ve, li Baxoz a ser bi parêzgeh a Dêrzûrê, li rojhilat a Surayê û ti erd ber dest ên wan nemaye, lê heya niha bi sedan Êzdî yên revandî ji alîyê wê rêkxistî ya teroristî, çarenivîs a wan nedîyare. Xizm û kes ên wan jî bi rê ya Kurdistan 24ê ve daxwaz ji alî yên peywendîdar dikin pêkolan bikin bo vedîtin a kes ên wan.