Guterres: Êşa ku Kurd dijin, di rojeva Neteweyên Yekgirtî de ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Antonio Guterres diyarkir ku: “Êşa ku Kurd dijin, di rojeva Neteweyên Yekgirtî de ye”.
Liser pirsa Nûçegîhanê Kurdistan24, Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres anî ziman ku: “Her dem rewşa Gelê Kurd di bîr a min de bûye û her pê re mijûl bûm e”.
Antonio Guterres li paytexta Rûsyayê Moskow konferansek rojnamevanî lidar xist, liser pirsên rojnamevanan diyarkir ku: “Bêwelatî ji bo Kurdên Suriye pirsgîrêkek mezin e û ji bo çareseriya wê tiştê ji destê min tê, min kiriye. ”
Liser Operasyona Efrînê Antonio Guterres got ku, ji bo alîkariya Efrînê, peyam û soz bo NY hatine dan.
Herweha Guterres diyarkir ku, jib o çareseriya pirgîrekên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de hewlek zêde da ye.
Guterres weha dom kir: “Ji bo nêzîkahiyek di navbeyna Hewlêr û bexdayê min gelek hewl dan û kar kir. Divê hûn bizanin: Êşa ku Kurd dijin jî, di rojeva Neteweyên Yekgirtî de ye
C.B