PSK: Azadî û Demokrasî Wê Serkeve

Meclîsa Partiyê a Partiya Sosyalîst a Kurdîstan-PSK, di 14-15.08.2018’an de li Amedê civiya. Daxûyaniyek encamî ragihand raya giştî, ku kopyeyek jê gihand K24. Ev naveroka daxûyaniyê ye:

K24 – Navenda Nûçeyan

Meclîsa Partiyê a Partiya Sosyalîst a Kurdîstan-PSK, di 14-15.08.2018’an da li Amedê civiya. Daxûyaniyek encamî ragihand raya giştî, ku kopyeyek jê gihand K24. Ev naveroka daxûyaniyê ye:

Meclîsa Partiyê a Partiya Sosyalîst a Kurdîstan-PSK, di 14-15.08.2018’an da li Amedê civiya. Meclîsa Partiyê ya PSK di cîvînê da, ku bi rêzgirtina şehîdê nemir Dr. Qasimlo ve destpê kir, bahs li ser rewşa siyasî ya navçe û Kurdistanê, encamên hilbijartina 24ê Xezîranê hate kirin û biryar hate dayin, ku belavoka jêrê ji bona bîrurayê were pêşkeş kirinê.

Hilbijartina 24 Xezîranê pêşwext yek ji hilbijartina herî ne demokratîk bû, ku heya niha hatine encam danê. Hilbijartina hanê, ku di rewşa Awerte û di bin siyê şer û pevçûnê da çêbû, her usa ji bona Kurdan û hêzên demokratîk hilbijartinek ne adîl bû. Ya herî girîng ev e, ku ji ber gelek astengên qanunî û îdariyê wekî “bendê hilbiljartinê”, wîna piraniya gelê Kurd li derwayê pêvajoya hilbijartinê da ma.

Di encama hilbijartina hanê ya ne adil û demokrat da, Erdogan wekî Serokcumhur hate hilbijartin û “İttîfaka Cumhur” a AK Partî û MHP jî di Meclîsa Tirkiyê da bû piranî.

Di hilbijartina hanê da dengê AK Partî ji yê berê kemtîr bû û Erdogan bi piştgiriya MHP, ku sembola nijadperestiya Tirk e, bûye Serokcumhur. İttîfaka AK Partî û MHP, ku li ser dijayetiya Kurd hatiye ava kirinê, di hilbartinê da berdewam bû û bi geşkirina hestên netewperestiya Tirk ve, piraniya dengên gelê Tirk girt.

Lê belê serketina hanê ya ku berhema dijayetiya gelê Kurd e, nikare berdewam be.

Hilbijartina 24 Xeziranê, ne tenê pirsên Tirkiyê çareser nekiriye, her usa rê li ber xiraptir bûna rewşê vekiriye. Sîstema Serokcumhuriyê, ku nu destpêkiriye, sedema pirsgirêkên nu ye. Di serdema nu da, egerê vê yekê hene, ku desthilatdariya Tirkiyê pirtir ber bi diktatoriyê biçe, bê istiqrarî wê kurtir, tundûtijiyê wê zêdetir be.

Di van salên dawiyê da Tirkiyê roj bi roj ji demokrasiyê dur dikeve. Ji ber Rewşa Awarte û Sîstema Biryarname di hukmê Qanûnê da, mafên azadî û demokratîk nayenê bi kar anin, ku ev yêka hanê jî di nava civatê da bûye sedema maxduriyetên mezin. Dengê medya hatine birin û demokrasî nemaye.

Baca qeyrana aboriyê, ku roj bi roj kurtir dibe, gelê feqîr û belengaz dide. Hêjarî û bêkarî roj bi roj pirtir dibe û ev yêka hanê jî dibe sedema hêjartir bûna gel.

Her usa siyaseta dewleta Tirk ya tundûtijiyê, ku li navçeyê da bi rêva dibe, dibe sedema pirsgirêken siyasî. Tirkiyê roj bi roj ji Yêkitiya Ewropa û dezgeyên din yên navnetewî dur dikeve.

Pirsa Kurd pirsekê serekiya Tirkiyê ye. Dewleta Tirk sed sal in, ku bi tundûtijiyê dixwaze pirsa hanê çareser bike, lê roja îro çareser kirina pirsa Kurd bi tundûtijiyê, bi tank û top ne mîmkun e. Ligel evqas zilm û zordariyê gelê Kurd li ser piyan e û bona azadiya xwe kar û xebat dike.

Azadiya Kurdistan û bextewariya gelê Kurd ne xeter e li ser Tirkiyê û welatên deverê, berovajiyê vê aşitî û aramiya navçeyê pêwîst e.

Roj roja bêhêviyê nine, roja kar û xebat e ji bona azadî û demokrasiyê.

Îro çareser kirina pirsa Kurd û demokratîze kirina Tirkiyê pirtir girêdayiya hevdu bûne. Hevkariya hêzên netewî û demokratîk ya Kurd erkekî lezgîn e û her usa hevkarî ligel hêzên demokratîk yên Tirkiyê îro ji berê girîngtir bûye.

îro li Tirkiyê asayî kirina rewş û durketin ji tundûtijiyê li ber hemu tişt e. Bona vê yêkê;

Divê hemu maxduriyêten, ku berhema Rewşa Awerte ne, werin qerebo kirinê;

Divê bi lêborina gişti û siyasî û fireh ve hemu girtiyên siyasî bêne berdan;

Divê dewlet dev jê operasyona leşkerî û tundutijiyê berde;

Astengên, ku lî ber pêşiya partiyên siyasî û hilbijartina adîl û demokratîk hene, bêne betal kirinê.

Pirsa demokratîze kirina Tirkiyê û rê xweş kirina çareseriya pirsgirêka Kurd, pirsa desturî ye. Îro xebat bona amade kirina desturek, ku bikare demokrasiyê bi gor pîvana newnetewî ava bike û mafên Kurdan binase, erkê girîng e.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK li ser xebata bona bi dest xistina armancên hanê pêgir e û amade ye ligel hêzên demokrat bi hevra kar bike.

PSK bi dil û can piştgiriya li xebata Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê ji bona sikandina gemaroyê li ser xwe û parastin û cî be cî kirina destkevtên neteweyê dike.

Partiya me bi rêz û hurmetê va li ber xebat û cangoriya gelê Kurdistana Rojhilata dijî Rejîma Axundên İranê qirnoş dibe û bi dil û can piştgiriya xebata hanê dike.

Partiya me banga hemu partî û hêzên Kurd yên Kurdistana Rojava dike, ku bona îstîfade kirin ji derfetên heyî ji bona bi destxistina mefên netewî û demokratîk, destê xwe bidine hevudu.

PSK banga dewletên mezin û saziyên navnetewî wekî Amerika, Rusya, Yêkitiya Mîletan û Yêkitiya Ewropa dike, ku daxwaza Kurd yên statuya netewî binasin û rêz li bigrin û bibine piştgir.

Heya ku gelekî 50 mîlyonî, Gelê Kurdistanê azad nebe ne Rojhilat û ne jî cihanê aşitî, dadî û demokrasiyê cigir nabe.

16.07.2018

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK

 

 

C.B