PDK û Goran rêkeftina siyasî îmze kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê rêkeftina siyasî îmze kir.
PDK û Goran civiyan û rêkeftina siyasî û rêkeftina hatina nava kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îmze kir û li gor rêkeftinê Goran beşdarî kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibe.
Di konferanseke rojnamevanî de Endamê Polîtburoya PDKê Dr. Roj Nûrî Şaweys û Endamê Xaneya Raperandin a Tevgera Goranê Celal Cewher hêvî xwastin ku rekeftin wek xwe bê bicîkirin.
Dr. Roj Nûrî Şaweys ragihand, “Hêvîdar in ev rêkeftin bibe sedema yekrêziya hemû aliyan û çareserkirina tevahiya pirsgirêkan.”
Celal Mezher got: “Pîrozbahî li her du aliyan dikin û hêvî dixwazin ev rêkeftina di navbera PDK û Goranê bibe bingehek ji bo hemû aliyên din yên li derveyî hikûmetê bicivin û bi hev re qeyranên hene çareser bikin.”
Îmzekirina vê rêkeftinê piştî wê yekê hat, her yek ji PDK û Goranê duhî deqa rêkeftineke çarxalî pesend kiribûn.
S. B