Akşener: Baxçelî gefa kuştinê li min kiriye
K24 - Navenda Nûçeyan.
Seroka Îyî Partî Meral Akşener ragihand, ku Serokê MHPê Dewlet Baxçelî bi awayekî eşkere gefa kuştinê li wê kiriye, lê ew ji gefên wî natirse û bişûn de venagere.
Meral Akşener diyar kir, piştî ku Serokê MHPê Dewlet Baxçelî ew kiriye armanc xwe, komek ji endamên MHPê êrîşî mala wê kirin û demekê dirêj li pêşya mala wê, xwepêşandan kirin û gef li wê kirine.
Akşener got jî: Nakokiya hizrî di nav siyasetvanan de, tiştekî normal e, lê ji erkê dewletê ye, ku namûs, rûmet û canê mirovan biparêze.
Navhatî tekez kir, ku çiqas endam û rêvebirên MHPê êrîşî wê bikin jî, lê ewê serokê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan wek berpirs li ser wan gef û êrîşan bibîne.
N.O