NATO jî lidij Rûsya hate ser xetê

. Hevkariya serbazî ya NATO jî, akreditasyon a 7 diplomatên Rûsya rawestand. Hejmara personalên Rûsyayê di nav xebata NATO de ji 30an bo 20an dê bê kêmkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

 Piştî aloziya di navbeyna Britanya û Rûsya de girêdayî jehrîkirina sîxûrê berê Sergey Skripal û dersînorkirina diplomatên Rûsyayê ji Brîtanya, gelek welatên Ewrûpa helwêst ligel Londonê girtin û diplomatên Rûsyayê dersînor kirin.

Lê dersînorkirina diplomatên Rûsî ya herî zêde li Amerika pêkhat. Amerika 60 diplomatên Rûsyayê dersînor kir, herweha biryara girtina konsûlxaneyek a Rûsyayê jî da.

Herweha ligor şîrovevanan helwêstên tund a welatên Rojava dijî Rûsyayê dê bidome. Hevkariya serbazî ya NATO jî, akreditasyon a 7 diplomatên Rûsya rawestand. Hejmara personalên Rûsyayê di nav xebata NATO de ji 30an bo 20an dê bê kîmkirin.

Ji aliyê xwe ve, Rûsya Waşingtonê bi organizatorê van kiryayên dijî Moskow dibîne. Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov, ku bi seredanekê li Ozbekistanê ye ragihand ku, kiryarên lidij Rûsya ji bin sere Waşingtonê derdikevin û ew dê rê nedin ev nêzîkahiya beramberî Rûsya bêbersîv bimîn e.

 

C.B