Viyan Dexîl: Bexda biryarên dadgeha federalî bicî nake
K24 - Navenda Nûçeyan
Li ser biryara dadgeha federalî ya Iraqê, taybet bi zêdekirina hejmara kursiyên pêkhateyan, endama Kurda Êzdî di Perlemana Iraqê Viyan Dexîl ji Kurdistan24ê re ragihand, biryara dadgeha federalî biryareke baş e, lê Hikûmet û Perlemana Iraqê wê bicî nakin, wek çon biryarên rakirina dorpêçan ji ser Herêma Kurdistanê bicî nakin.
Viyan Dexîl got: "Niha hejmara Êzdiyan ji 500 heya 600 hezar welatî ye, lê tenê yek kota wan heye û heger ew biryar were bicîkirin, bêguman wê di berjewendiya Êzdiyan de be û zêdekirina kursiyan li kota Êzdiyan re, ti bandorê li ser hejmara kursiyên parêzgehên Dihok û Nînewa nake".