Hamas mêvanê Îranê ye

Cîgirê Serokê Buroya Siyasî ya Hamas Salih el – Arûrî jî diyarkir ku, ew dixwazin pêwendiyên xwe ligel Komara Islamî xûrttir bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor daxûyaniyek nivîskî Cîgirê Serokê Buroya Siyasî ya Hamas Salih el – Arûrî ji bo hevdîtinan û pêwendiyên baştir ligel Îranê seredana Tehranê kiriye. Vê hevdîtinê jî wekî bersîvek hemberê Israilê destnîşan dike, ku xwestibê Hamas pêwendiyên xwe ligel Îranê bibire.

Cîgirê Serokê Buroya Siyasî ya Hamas Salih el – Arûrî jî diyarkir ku, ew dixwazin pêwendiyên xwe ligel Komara Islamî xûrttir bikin.

Serokê Parlementoya Îranê Elî Laricanî piştî hevdîtina xwe ligel Arurî anî ziman: Îran dê di alîkariyên xwe ji bo Hamas û hêzên din ên berxweder ên Filistinê de berdewam be û dê rê nede Israil bandora xwe di herêmê de berfereh bike, Îran dê rê liber Israilê bigre.