Sekreterê Encûmena Navendî ya YNKê Adil Murad koça dawiyê kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê nûçeya koça dawiyê ya endamê Desteya Damezrêner û Sekreterê Encûmena Navendî ya wê partiyê Adil Murad ragihand.
Di daxuyaniyekê de ku li malpera Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê belav kiriye, tê de hatiye “Bi mixabinî û xembarî, nûçeya koça dawiyê ya endamê Desteya Damezrêner û Sekreterê Encûmena Navendî ya wê partiyê Adil Murad radigihînin.”
Adil Murad jidayikbûna sala 1949an li Bexdayê ye, yek ji damezrênerên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye û salên 2004 – 2009an Balyozê Iraqê li welatê Romanyayê bû.
S. B