Li Kerkûkê teqe li alîgirên referandomê hat kirin û Pêşmergeyek şehîd bû

Nûçegihanê K24ê zelal kir, dema ku alîgirên referandomê bi matoran di ber avahiya televizyona tevgera netewî Turkmanî re derbas bûn, pasewanên baragehê teqe li wan welatiyên Kurd kirin."

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûçegihanê Kurdistan24ê li Kerkûkê ragihand: "Şevê din li Kerkûk dema ku hejmarek welatiyên Kurd bi ala Kurdistanê bangeşe ji bo referandomê û serxwebûna Kurdistanê dikirin, li pêşiya baregeha tevgera netewî Turkmanî teqe li wan hat kirin û Pêşmergeyek şehîd bû û 5 kesên din jî birîndarbûn."

Nûçegihanê K24ê zelal kir, dema ku alîgirên referandomê bi matoran di ber avahiya televizyona tevgera netewî Turkmanî re derbas bûn, pasewanên baragehê teqe li wan welatiyên Kurd kirin."

Ew Pêşmergeyê şehîd bûye, bi navê Raid-Qadir Cebarî ye û birayekî wî jî berî niha di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bibû.

Îro jî bi amadebûna cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl û parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, li wî bajarî festîvalek ji bo piştevaniya referandom û serxwebûna Kurdistanê hat lidarxistin.