K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ebdirehman Apo ji Kurdistan24 re diyarkir, Serok Barzanî ji nêz ve rewşa rojavayê Kurdistanê û bi taybet Efrînê dişopîne. Ev yek palpiştiyek mezin ji doza Kurd li rojavayê Kurdistanê ye.
Ebdirehman Apo spasiyên xwe arasteyî Serok Barzanî ji bo pêşwaziya wî kir. Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S herweha anî ziman ku: “Rewşa Suriye aloz bû ye û ev yek nakokî û çareseriyê zehmet dike. Rewşa heyî wekî mixabiniyekê ye”.
Liser dema rewşa girtin û azadkirina xwe Ebdirehman Apo anî ziman: “Serbestberdana min hêvîdar im bibe sedemek ji bo nêzîkahiya tevgera Kurd. PDK-S û ENKS bi dilgermiyek mezin, gelê me li rojavayê Kurdistanê bi dilgermî pêşwaziya min kirin. Min tenê erkê xwe kiribû, lê pêşewaziyek dilgermî ji min re hate nîşandan. Hêvîdar im, ev bibe sedemek ji nêzîkahiyê re”.
Girêdayî rewşa vegera Efrînê Ebdirehman Apo got: “Ez dê her vegerim Efrînê. Ez soza vê yekî jî didim. Serok Barzanî ji min re diyarkir, ew dê rewş bê amade bibe, wê demê ez dê her di nav gel û hevalên xwe de bim. Liser rêbaza Barzanî yê Nemir em dê doza xwe her berdewam bikin”…
C.B
Nexşeya Malperê | Siyaseta Parastina Nehêniyan | Derbarê me | Pêwendi | Derfatên kar