Mela Bextyar: Iraq rastî metirsiyên cuda tê

Mela Bextyar: Pêwîst e em lezê bikin û Iraq ji bo bicîkirina destûrê amade bikin û vê carê xelkê deng nedaye, heger kêşe neyên çarekirin, wê ziyaneke mezin li me bê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nûrî Malikî û berpirsê desteya rêvebir a polîtbîroya YNK Mela Bextyar, di kongirekî rojnamevanî de, behsa hûrkariyên civîna îro ya herdu aliyan kirin.

Mela Bextyar ragihand, ku bi giştî behsa metirsiyên li ser navçeyê û yên li ser Iraqê hat kirin û metirsiyên niha ji yên berê cuda ne.

Herwiha got: Pêwîst e em lezê bikin û Iraq ji bo bicîkirina destûrê amade bikin û vê carê xelkê deng nedaye, heger kêşe neyên çarekirin, wê ziyaneke mezin li me bê.

Mela Bextyar got jî: Hêvîdar im li Kurdistanê jî aliyên siyasî bikaribin nirxandineke zelal ji rewşê re bikin.

Ji aliyê xwe ve Nûrî Malikî ragihan, ku pêwîstiya Iraqê bi Hikûmeteke xizmetkariyê heye û nabe rê li ber Hikûmeteke taîfî bê vekirin û giring e em hemû ji bo pêkanîna Hikûmeteke niştimanî lezê bikin, ku cihê hêviya hemû aliyan be.

N.O